Hewlêr (Rûdaw) - Mamoste û endamê Koma Xebatê ya Vateyê Heyder Diljen got, “Zaravayê me (Kirmanckî-Zazakî-Dimilkî) parçeyek ji zimanê Kurdî ye, em Kurd in û Kurdistan welatê me ye.”
Koma Xebatê ya Vateyê ya ku sala 1996an li Stockholma paytexta Swêdê hatibû avakirin civîna xwe ya 40emîn li Amedê li dar xist.
Mamoste û endamê Koma Xebatê ya Vateyê Heyder Diljen bû mêhvanê Rûdawê û li ser kar û xebatên xwe agahî dan.
Heyder Diljen ragihand ku pirsgirêka sereke ya li pêşiya zimanê Kurdî qedexebûn e û divê Kurd hemû bi hev re daxwaza perwerdeya bi zimanê dayîkê bikin.
“Kirmanckî parçeyekî Kurdî ye”
Mamoste Heyder diyar kir ku civîna wan dê 4 rojan biajo û got:
“Me heta niha hinek qad hilbijartin û em li ser termên wan qadan xebitîn. Me ji alfabeyê dest pê kir, me di civîna yekem de biryar da ku em alfabeya Celadet Alî Bedirxan bi kar bînin.
Paşê me li ser hinek meseleyên din jî axaftin kir. Yanî gelo ev zaravayê me, em wî wek zarave pênase bikin yan wek zimanekî cuda bikin? Li ser wê jî me nîqaşeke dûr û dirêj kir.
Em gihiştin encamekê ku em Kirmanckî yan Zazakî, Dimilî, Kirdkî dibêjin, em zaravayê xwe wek perçeyekî zimanê Kurdî dihesibînin. Yanî ew Kurdkî ye.
Em xwe wek Kurd dibînin û Kurdistan jî welatê me ye. Ji xwe beşek ji cografyaya welatê me, Kurdên Zaza yan Kirmanc lê dijîn.
Wek hejmara Kurdan, çawa ku mirov nikare tam misoger bike bêje ev qas e ya Kurdên Zaza jî mirov nikare bibêje lê bi hejmareke herî kêm, derdora 5 milyon Kurd (Kurdên Kirmanc/Zaza) dijîn, li Bakur, derveyî welêt.”
Heyder Diljen destnîşan kir ku di nav Koma Vateyê de kesên ji deverên cuda hene û ji ber vê yekê jî berhemên wan ji aliyê gelek kesan ve wekî referans tên dîtin.
“Rewşa Kurdî gelekî baştir e”
Mamoste Heyder diyar kir ku “Rewşa Kurdî ji serdema destpêka Komara Tirkiyeyê gelek gelekî baştir” e û li pey çû:
“Pirsgirêka sereke ya zimanê me qedexebûna wî ye. Eger azadiya ziman hebe, em dikarin sîstemeke rêkûpêk ava bikin.
Em jî çi Kurdên Zaz çi Kurmanc, qet nebe em zimanê xwe hinekî baş nizanin jî, em zimanên din dizanin, em dizanin zimanekî çawa ye, rêziman çi ye, ferheng çi ye û filan.
Li gorî bîr û baweriya min, min berê jî gotiye, ez dubare dikim. Pirsgirêka zimanê me ya sereke qedexebûna wî ye.”
“Perwerdeya zimanê dayîkê şaş e”
Heyder Diljen diyar kir ku têgeha “Perwerdeya zimanê dayîkê şaş e” û wilo got:
“Çawa şaş e? Yanî ew ji bo Kurdên Mêrsînê, Kurdên Îzmîrê, Kurdên Stenbolê tu bixwazî, ne şaş e.
Lê ji bo Kurdên Colemêrgê, Wanê, Kurdên di cografyaya Kurdistanê ne, ji wan re divê perwerdeya bi zimanê zikmakî be.
Çi wextê ku tu hatî perwerdeya bi zimanê zikmakî, hemû ders bi zimanê zikmakî ne, yanî sîstem bi zimanê zikmakî ye.”
“Divê em perwerdeya bi zimanê xwe bixwazin”
Mamoste Heyder amaje bi pêvajoya çareseriyê jî kir û dîsa bal kişand ser “perwerdeya bi zimanê dayîkê” û biland:
“Bi ya min, tiştê herî berbiçav ku divê ew pêvajoya ku tê li ser tê axaftin, tiştê herî berbiçav ku em bixwazin, divê perwerdeya bi zimanê me be, statuyek ji bo zimanê me be.
Divê ev daxwaz di hemû platforman de bê ziman. Yanî Kurd vê daxwazê di hemû civînan de eşkere bixwazin.
Divê her kes bixwaze. Ez dibînim Kurd jî di vê meseleyê de hinekî sist in.
Li seranserê Amedê min lê nêrî, siyasiyan bandrolek tenê daleqandibû, di wê bandrolê de jî wekî we jî behs kir, hatibû gotin, ‘Statuyek ji bo Kurdî û perwerdeya bi zimanê zikmakî.’"
#VÎDEO - Heyder Diljen: Zaravayê me (Kirmanckî) parçeyek ji zimanê #Kurdî ye, em Kurd in û #Kurdistan welatê me ye
— RudawKurdi (@RudawKurdi) September 19, 2025
📕 Koma Xebatê ya Vateyê ji bo standardkirina Kirmanckî cara 40î civiya
🎙️ Mamoste Heyder Diljen: Civîna me dê 4 rojan biajo
🗨️ Me heta niha hinek qad hilbijartin… pic.twitter.com/fndTM6B4ad
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse