Hewlêr û Silêmanî nêzîkî hev dibin: Rêya Gomespan-Simaqûliyê tê vekirin

19-10-2025
RÛDAW
Nîşan Rêya Gomespan-Simaqûliyê Hewlêr Silêmanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgarê Hewlêrê ragihand ku îro rêya Gomespan-Simaqûliyê dê bi merasîmekê were vekirin.

Proje rêyeke sereke ya di navbera Hewlêr û Silêmaniyê de ye û dê bi vî awayî dema rêwitiya di navbera her du bajaran de kêmtir bibe.

Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, "Rê nêzîkî 30 kîlometreyan e, hemû karên wê hatine qedandin û dê bikeve xizmeta welatiyan."

Her wiha ji ber Bendava Gomespanê ji bo çûnûhatina geştyaran jî tê bikaranîn.

Rêya ku bi awayê coterêyê hatiye çêkirin li derdora Bendava Gomespanê hatiye çêkirin û par 15ê Çiriya Pêşîn de hîmê wê yê bingehîn hatibû danîn.

Proje ji aliyê Şirketa Hêmin Groupê ve bi bûdceya zêdetirî 210 milyar dînarên Îraqî hatiye çêkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst