Hewlêr (Rûdaw) - DEM Partiyê ragihand ku ew dê îro bi armanca şermezarkirina êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê, civîna koma partiya xwe ya heftane ya ku li Parlamentoya Tirkiyeyê dikir, li ser sînorê Nisêbînê û Qamişloyê pêk bîne.
Li gorî daxuyaniya DEM Partiyê, bi tevlîbûna her du hevserokan Tulay Hatimogullari û Tuncer Bakirhan, îro demjimêr 13:00an civîna heftane li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê tê kirin.
DEM Partî di daxuyaniya xwe de got, “Cihê civîna me ya roja sêşemê hatiye guhertin û em dê civîna xwe li navçeya Nisêbînê pêk bînin.
Her wiha ji cihê kombûnê em dê ber bi Parka Sînor bimeşin û li wê derê civîna koma partiya xwe pêk bînin.
Zêdetirî du hefteyan e tevî ku hevdîtinên HSDyê û birêvebiriya Şamê didomin jî lihevkirinek çênebûye û êrişên li ser Rojavayê Kurdistanê dijwartir bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse