Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qubînê ya parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê di doza kuştina dê, bav û 2 zarokên malbatekê de 10 kes bi biryara dadgehê hatin girtin.
Li navçeya Qubînê ya Êlihê 14ê Îlonê Mehmet Şanliyê 65 salî li gel hevjîna xwe Takîbe Şanliya 43 salî û zarokên xwe yên bi navên Elanura 9 salî û Akincanê 6 salî di êrişeke çekdarî de di otomobîla xwe de hatibûn kuştin.
Serdozgeriya Komarê ya Êlihê derbarê bûyerê lêpirsîn dabû destpêkirin û di çarçoveya lêpirsînê de 24 kes hatibûn desteserkirin.
24 kesên desteserkirî doh piştî kar û barên îfadeyê yên li navenda cendirmeyan, ji bo dozgeriyê hatin şandin.
Şeş ji wan piştî îfadeya li dozgeriyê hatin berdan û 18 kes jî ber bi dadgehê ve hatin şandin.
Dadgehê biryar da ku 10 gumanbar werin girtin û 8 gumanbar jî bi şertê kontrola dadî hatin berdan.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse