Li Agiriyê 16 koçber hatin girtin

20-10-2025
RÛDAW
Nîşan Agirî Koçber Qaçaxçî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê, di barhilgerekê de 16 koçber hatin desteserkirin û qaçaxçiyekî koçberan jî hat girtin.

Parêzgariya Agiriyê îro ragihand, tîmên Şaxa Qaçaxçitiya Koçberan a Birêvebiriya Ewlehiyê di çarçoveya xebatên rêgirîkirina qaçaxçitiya koçberan de xebatên xwe didomîne.

Hêzên ewlehiyê di çarçoveya xebatan de li navenda bajarê Agiriyê barhilgirek rawestand û di barhilgirê de êgerîn kir.

Di barhilgirê de 16 koçber hatin desteserkirin.

Hêzên ewlehiyê ew birin Navenda Vegarandinê ya Agiriyê.

Hêzên ewlehiyê bi tohmeta qaçaxçitiya koçberan kesê bi navê E.Z. desteser kir û piştî karên îfadeyê ew bir Dadgeha Agiriyê.

 Dadgehê jî derbarê E.Z. biryara girtinê da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst