Li Wêranşarê di çalakiya ji bo Rojava de 8 kes hatin desteserkirin

1 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Wêranşar Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Wêranşarê ya parêzgeja Rihayê ya Bakurê Kurdistanê, polîsan midaxeleyî xwenîşandana ji bo Rojavayê Kurdistanê kir û 8 kes desteser kirin.

Îro li navçeya Wêranşarê ya Rihayê bi pêşengiya Platforma Saziyên Demokratîk û bi beşdariya bi hezaran kesan li dijî êrişên Artêşa Ereban a Sûriyeyê û komên çekdar ên li ser Rojavayê Kurdistanê meşek hat lidarxistin.

Meşa welatiyên ku li Kolana Qerejdaxê kom bûn ji aliyê polîsan ve hat astengkirin û destûr nehat dayîn ku çalakî berdewam bike.

Li gorî zanyariyan, polîsan midaxele kir û 8 kes desteser kirin.

Hat ragihandin ku kesên desteserkirî birine Rêveberiya Ewlehiyê ya Rihayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst