Hewlêr (Rûdaw) - Îro deriyê Sînor ye Hacî Omeran ji bo çûn û hatina geştyaran tê girtin
Beşa Ragihandin û Peywendiyên Deriyê Sînor yê Hacî Omeran ragihand, ku ew ji aliyê Îranê ve hatine agadarkirin ku hikûmeta Îranê biryar daye îro piştî nîvro saet di 2yan de deriyê sînorî yê Hacî Omeran ji bo geştyarî bo dema du heftiyan tê girtin.
Serperiştyarê Komelgeha Gumrika Hacî Omeran, Mesûd Batêlî ji Rûdawê re ragihand, ku tenê ew kesên ku xwediyê pasporta Iraqî û niha li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê ne dikarin çûn û hatinê bikin.
Herwiha ew kesên xwediyê pasporta Îranê ne û li Başûrê Kurdistan û Iraqê ne, dikarin vegerin.
Berî niha serperiştyarê Komelgeha Deriyê Navdewletî yê Perwîzxan jî ji Rûdawê re ragihandibû, li ser biryara parêzgeha Kirmaşanê deriyê sînorî hatiye girtin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse