Kerkûk û perwerdeya bi Kurdî: Xwendekar zêde dibin lê dibistan kêm in

21-09-2025
Peykerê Pêşmerge yê li Kerkûkê (niha alaya Îraqê li cihê ya Kurdistanê ye) / Wêne: Arşîv
Peykerê Pêşmerge yê li Kerkûkê (niha alaya Îraqê li cihê ya Kurdistanê ye) / Wêne: Arşîv
Nîşan Kerkûk Xwendina bi Kurdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Kerkûkê zengila sala nû ya xwendinê lê da lê perwerdeya bajêr ji ber kêmasiya avahî û amûrên xwendinê dinale.

Îsal di perwerdeya bi Kurdî ya bajêr de, 8 hezar xwendekar di pola yekem de hatin wergirtin.

Her wiha gelek xwendekar jî ji perwerdeya bi Erebî vegeriyane ser ya bi Kurdî lê hejmara avahiyan wekî xwe maye.

“Ev mizgîniyek e”

Birêvebirê Beşa Perwerdeya bi Kurdî ya Kerkûkê Kameran Elî got:

"Nêzîkî hezar xwendekarî ji perwerdeya bi Erebî vegeriyane perwerdeya bi Kurdî. Ev mizgîniyek e.

Her wiha li gorî salên borî hezar xwendekar zêdetir tenê di pola yekem de hatine wergirtin."

Avahiya Navenda Roşnayê di rewşeke xerab de ye

Li avahiya Navenda Roşnayê çar dewam tên kirin.

Avahiya Navenda Roşnayê sê sal in hatiye rûxandin da ku avahiyeke nû bê çêkirin lê belê hîn ti kar tê de nehatiye kirin.

Niha ew di avahiyekê de ne ku ji bilî sê dewamên xwe, 400 xwendekarên din jî tê de ne.

"Polên ku 70 xwendekar..."

Alîkarê Birêvebira Navenda Roşnayê ya Keçan Jîro Sidîq da zanîn:

"Wan em ji cihê me derxistin û anîn dibistaneke ku çar dewam lê hene. Ev avahî nikare vî barî hilgire.

Li polan binêrin, polên ku 70 xwendekar di wan de ne hene."

Kevirê bingehîn ê avahiya dibistana Roşnayê sê sal in hatiye danîn lê heta niha dest bi karên wê nehatiye kirin.

Avahiya dibistana Şorawê jî du sal in hatiye valakirin û kar tê de nehatiye kirin.

Birêvebiriya Giştî ya Perwerdeya Kerkûkê venaşêre ku ji ber kêmasiya avahiyan pirsgirêkên du dewamî, sê dewamî û çar dewamiyê hene.

Alîkarê Birêvebirê Giştî yê Perwerdeya Kerkûkê Saman Mecîd li ser vê mijarê diyar kir:

"Li Kerkûkê pirsgirêka du dewamî, sê dewamî û du haletên çar dewamê jî hene.

Bi spasdarî, di demên borî de cenabê Parêzgar kevirê bingehîn ê 12 avahiyan li bajarê Kerkûkê danî û kar berdewam dike.

Dema ku ew 12 dibistan temam bibin, dê hinek ji wan pirsgirêkan çareser bibin."

Li seranserê parêzgeha Kerkûkê 2250 dewamên dibistan, xwendingeh û baxçeyên zarokan hene û diçin 1350 avahiyên xwendinê.

Ji aliyê avahiyan ve rewşa perwerdeya bi Kurdî xerabtir e çimkî 557 dewam hene lê tenê 250 avahî hene.

Bi ser de jî piraniya wan bêkêr in û pêwîstiya wan bi nûjenkirinê heye.

Vê yekê kiriye ku li gorî perwerdeya bi Erebî qerebalixîtir bin û zexteke zêdetir li ser wan hebe.

TÊBINÎ: Li Başûrê Kurdistanê “dewam” di wateya “çûna kar, dibistan û hwd.” de tê bikaranîn. Di vê nûçeyê de mebest ew e ku çend komên cuda diçin heman dibistanê. Dema dibêje 4 dewamî yanî di rojekê de 4 komên cuda yên xwendakaran di demêm cuda de diçin heman dibistanê. Eger dibistan 2 dewamî be komek danê sibehê û komek jî danê êvarê diçe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst