Abdullah Kiran: Divê Kurd di siyaseta navnetewî de du serî nebin

21-11-2019
RÛDAW
Abdullah Kiran dibêje aramiya Rojhilata Navîn girêdayî pirsa Kurd e
Abdullah Kiran dibêje aramiya Rojhilata Navîn girêdayî pirsa Kurd e
Nîşan Çarenivîsa Rojava Kurdistan Rojhilata Navîn Abdullah Kiran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Beşa Peywendiyên Navneteweyî li Zanîngeha Alparslan a Muşê Prof. Dr. Abdullah Kiran ragihand ku divê Kurd di navbera xwe de hevalbendiya xwe çêbikin  û bi taybetî divê di siyaseta navneteweyî de du serî nebin.

Serokê Beşa Peywendiyên Navneteweyî li Zanîngeha Alparslan a Muşê Prof. Dr. Abdullah Kiran beşdarî bultena Rûdawê bû û pêşheteyên vê dawiyê yên li herêmê û bi taybetî rewşa Kurdan nirxand.

Prof. Dr. Abdullah Kiran li ser gotina Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ya “doza Kurd pirseke mezin e li navçeyê û çareserkirina wê beşeke giring a pêkanîna aştiyê li navçeyê ye” wiha axivî: “Serok gelek rast gotiye. Em dizanin di vê sedsala dawiyê de aştî û aramî nehatiye herêmê. Yek ji wan sedemên sereke ew e ku piştî şerê cîhanê yê yekem, Kurd di nav çar dewletan de hat parvekirin. Pirsa Kurd pirseke gelek mezin e, û çareseriyek jê re lazim e. Van dewletan jî ji ber ku heta niha çareseriyeke bingehîn pêk nehanîne aştî û aramî li herêmê bicih nebûye.”

Kiran diyar kir ku pirsa Kurdî li herêmê agirek e, hekesî dişewitîne û got: “Pirsa Kurd heta di çaroveyeke mirovî û neteweyî de neyê çareserkirin ez bawerim li Rojhilata Navîn aştî pêk nayê.”

Derbarê ji bo ku Kurd pêgeha xwe li Rojhilatê Navîn bihêz bike de Kiran de jî tekez kir ku divê berî her tişt Kurd yekîtiya xwe pêk bînin û ji hev hez bikin û wiha pê de çû: “Divê Kurd di navbera xwe de hevalbendiya xwe çêbikin. Bi taybetî divê Kurd di siyaseta navneteweyî de du serî nebin. Îro her çend Kud di nav çar dewletan de ji hatine perçekirin û ji hev hatine dûrxistin û sînor di navbera wan de hene, dikarin bi aqiliyeteke giştî li meseleya xwe xwedî derbikevin û di daxwazên xwe yên navneteweyî de hemahengiyekê pêk bînin.”

Di berdewamiya axavtina xwede Kiran bal kişand li ser statû Herêma Kurdistanê û got: “Îro Herêma Kurdistanê ji bo ku statûyekê xwe ya fermi heye, di nav qada navneteweyî de girîngiya gotina wê heye. Divê Kurdên Rojava jî di vê çarçoveyê de ligel wan di nav peywendiyan de be. Çimkî pirsa Kurd yek mesele ye, loma divê aqilyeteke hevbar a Kurdan hebe daku bikarin bin baştir daxwazên xwe bînin ziman.”

Bi gotina Kiran, Kurdan sûdeke girîng ji şerê DAIŞê wergirtiye û derbarê vê mijarê de jî dibêje: “Em dizanin ku pirsa Kurdî piştî şerê DAIŞê, li çar aliyê cîhanê hêj zêdetir û baştir hat naskirin. Herwiha piştî operasyona Tirkiyê ya li hemberî Rojava, di heyama van 30 rojên dawiyê de bi qasî Kurd li Amerîka û welatên Ewropayê bûne rojev, di 150 salên dawiyê de nebibûn rojev. Di heman demê de em dikarin bibêjin doza Kurdan di nav qada navneteweyî de rewatî bidest xist. Amerîkayê jî di şerê DAIŞê de li Başûr û Rojava hevalbendeyek ligel Kurdan pêk anî.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst