Hewlêr (Rûdaw) - Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgîtê piştî biryara Komîsyonê ya çûna Îmraliyê got, "Li welatê me û aştiya me pîroz be."
Gulistanê ragihand ku dîroka ziyareta Îmraliyê hîn ne diyar e û Hevserokên DEM Partiyê dê helwesta CHPyê binirxînin
Komîsyona Parlamentoya Tirkiyeyê îro di dengdanê de biryar da ku heyetek Abdullah Ocalan ziyaret bike.
Serokwekîla DEM Partiyê piştî civîna Komîsyonê ji rojnamegeran re axivî.
Gulistanê got, "Me deng da çûna giravê û dengê 'erê' hat dayîn. Biryar hat qebûlkirin. Hêvîdar im ku ji bo welatê me û aştiya me bibe xêr."
Siyasetmedara Kurd da zanîn ku divê hemû partiyên siyasî heta sibe navên endamên xwe yên di heyetê de cih bigirin diyar bikin û got, "Piştî wê em dê li ser rêziknameya plansaziya çûnê bixebitin."
"Dema ziyaretê ne diyar e"
Serokwekîla DEM Partiyê li ser biryara CHPyê ya neçûna Îmraliyê jî axivî û got, "Hevserokên me yên giştî dê paşê wê yekê binirxînin."
Gulistanê pirsa "Gelo dibe ku ziyaret dawiya hefteyê pêk were?" jî wiha bersivand: "Hîn ne diyar e. Dê amadekarî bên kirin, ew hîn ne diyar e."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse