Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî ragihand ku wan bi şandeyeke Amerîkayê re civîneke "berhemdar û avaker" pêk aniye û got, "Em dê ji bo parastina agirbestê bi hemû şiyanên xwe bixebitin."
Mezlûm Ebdî piştî civîna li gel Nûnerî Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) Admiral Brad Cooper daxuyaniyek belav kir.
Mezlûm Ebdî di daxuyaniyê de wiha got:
"Me li Herêma Kurdistana Îraqê bi Balyozê Amerîkayê Tom Barrack û Fermandarê Fermandariya Navendî ya Amerîkayê Admiral Brad Cooper re civîneke berhemdar û avaker li dar xist.
Piştgiriya Amerîkayê û siyaseta Serok Trump a ji bo agirbestê gelekî girîng e û cihê teqdîrê ye.
Her wiha, hewlên Balyoz Barrack ên ji bo hêsankirina diyalog û dan û standinên di navbera me û hikûmeta Sûriyeyê de cidî, bingehîn û gelekî bi qîmet in.
Em dê bi hemû şiyan û karînên xwe bi xîret bixebitin da ku bigihîjin entegrasyoneke rasteqîn û agirbesta heyî biparêzin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse