Mezlûm Ebdî li ser hevdîtina bi Bafil Talebanî û Tom Barrack re daxuyanî da

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Bafil Talebanî Tom Barrack
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Nûnerê Taybet ê Serokê Amerîkayê yê ji bo Sûriyeyê Tom Barrack û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî doh li Silêmaniyê civiyan.

Fermandarê Giştî yê HSDyê Mezlûm Ebdî li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Mezlûm Ebdî di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Cihê kêfxweşiyê bû ku em bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê birêz Bafil Talebanî re di civîneke berhemdar û kêrhatî de hatin ba hev.

Em qedrê hevbeşî û xebata bi hev re digirin da ku em paşerojeke baştir ji bo gelê xwe ava bikin.

Ev hevdîtin hevkariya hevbeş xurt dike û pêbendiya me ya ji bo avakirina pêwendiyên bihêz û berhemdar nîşan dide."

Peymana 29ê Kanûna Paşîn

Mezlûm Ebdî eşkere kir ku wî bi Tom Barrack re jî hevdîtin kiriye û wiha pê de çû:

"Her wiha me bi Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê birêz Tom Barrack re jî civîneke din kir.

Di civînê de rewşa dawî ya herêmê û peymana 29ê Kanûna Paşîn hatin gotûbêjkirin.

Ev civîn ji bo parvekirina bîr û ramanên li ser rêyên xurtkirina aramî û ewlehiya herêmê derfetek bû.

Her wiha ji bo karkirina bi hev re ya li dijî wan zehmetiyên ku gelê Sûriyeyê pê re rûbirû dimîne derfetek bû."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst