Li Rojavayê Kurdistanê santralên elektrîkê tên nûjenkirin

22-06-2025
RÛDAW
Sanreleke elektrîka ya li Hisîçayê / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Sanreleke elektrîka ya li Hisîçayê / Wêne: Ji dîmenan hatiye girtin
Nîşan Rojavayê Kurdistanê Hisîça Elektrîk
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Rojavayê Kurdistanê santralên elektrîkê yên ji kar ketibûn tên nûjenkirin ku hinek ji wan di êrişên Tirkiyeyê de hatibûn wêrankirin.

Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê santralên elektrîkê nûjen dike.

Tîmên pispor santrala li bajarokê Til Temirê yê li bakurê Hisîçayê nûjen dikin ku ji ber êrişên Tirkiyeyê ji kar ketibû.

"Tirkan gule li me direşandin"

Birêvebirê Birêvebiriya Elektrîkê ya Hisîçayê Salih Idrîs got, “Tirkan 20 Kanûna Pêşîn a 2024an li xeta elektrîkê xist û ji ber wê yekê santral ji kar ket.

Em diçûn xeta elektrîkê çak bikin lê Tirkan gule li me direşandin.”

Tîmên pispor berî her tiştî elektrîkê ji saziyên xizmetguzariyê re dabîn dikin û pişt re hewl didin elektrîkê bigihînin malan.

Bi gotina Salih Idrîs ew dê her roj çend saetan elektrîkê bidin hinek gundan.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser ji ber bombebarana berdewam a Tirkiyeyê salên 2022, 2023, 2024 û 2025an hemû sentralên elektrîkê yên li Siwêdiyê, Qamişlo, Til Temir û Kobaniyê ji kar ketibûn.

Ji ber wê yekê nêzîkî 5 milyon kesên li herêmên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de dijîn bê elektrîk mabûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst