Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê dê bibe faktora aramiyê

41 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Tom Barrack Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ragihand ku Herêma Kurdistanê dê wekî her tim bibe faktora aramiyê.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro li Hewlêrê Balyozê Amerîkayê yê Tirkiyeyê û Nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Sûriyeyê Tom Barrack qebûl kir

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser hevdîtinê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Nêçîrvan Barzanî ducare kiriye ku dê Herêma Kurdistanê wekî her tim bibe faktora aramî û seqamgîriyê.

Pêwendiyên Amerîka, Îraq û Herêma Kurdistanê hatin gotûbêjkirin

Li gorî daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, Karbirêkerê Balyozxaneya Amerîkayê yê Îraqê Joshua Harris jî di civînê de amade bû.

Di hevdîtinê de pêwendiyên Amerîkayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re hatin gotûbêjkirin.

Her wiha rûdanên dawiyê yên Sûriyeyê û pêvajoya siyasî ya Îraq û Herêma Kurdistanê hatin nirxandin.

Şandeya Amerîkayê pesnê rola Serok Nêçîrvan Barzanî da.

Şandeyê hewlên dîplomatîk ên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo aramiya herêmê bilind nirxandin.

Di heman demê de rola wî ya di kêmkirina aloziyan û peymana di navbera Şam û HSDyê de jî hat destnîşankirin.

"Divê pirsgirêk bi awayekî aştiyane werin çareserkirin"

Rûdanên dawiyê yên herêmê bûn mijareke din a civînê.

Nêçîrvan Barzanî bal kişand ser girîngiya çareseriya aştiyane ya pirsgirêkan.

Serokatiya Herêma Kurdistanê tekez kir ku divê aramî û ewlehiya herêmê were parastin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst