Mezlûm Ebdî û Wezîrê Karên Derve yê Fransayê dê li Hewlêrê bicivin

23-04-2025
RÛDAW
Nîşan Mezlûm Ebdî Jean-Noel Barrot Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Fransa Hewlêr
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Wezîrê Karên Derve yê Fransayê û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî dê li Hewlêrê bicivin.

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot li Hewlêrê di konferanseke rojnamegeriyê de ragihand ku ew dê di serdana xwe ya Herêma Kurdistanê de bi Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî re jî bicive.

Jean-Noel Barrot îşev gihişt Hewlêrê û bi Serok Mesûd Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî re civiya.

Nûçegihana Rûdawê Peyam Serbestê ragihand:

“Jean-Noel Barrot dê sibe li Hewlêrê bi Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê Bafil Talebanî û Qubad Talebanî re bicive.”

Jean-Noel Barrot û Serok Mesûd Barzanî di civînê de tekezî li ser serkeftina hewlên dan û standin, navbeynkarî û yekîtiya di navbera partiyên Rojavayê Kurdistanê de kir.

Barrot her wiha bi fermî Serok Mesûd Barzanî vexwend Parîsê.

Baregeha Barzanî li sedema vexwendinê got:

“Ji bo beşdariya merasîma vekirina cihê ku ji bo rêzgirtina qurbaniyên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yên di şerê li dijî DAIŞê de li yek ji parkên Parîsê tê vekirin e.”

Jean-Noel Barrot di konferanseke çapemeniyê de li gel Nêçîrvan Barzanî tekezî kir li ser “xurtkirina pêwendiyên welatê xwe yên li gel Kurdan û Herêma Kurdistanê” kir.

Jean-Noel Barrot her wiha anî ziman:

“Bi Kurdan re gelek kar û barên me yên hevbeş hene.

Di şerê li dijî DAIŞê de pêwendiyên me xurttir bûn.”

Wezîrê Karên Derve yê Fransayê Jean-Noel Barrot dê îro û sibe li Herêma Kurdistanê bimîne.

Serdana wî ya ji bo Herêma Kurdistanê piştî civîna li gel berpirsên Îraqê ya li Bexdayê hat encamdan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst