Hewlêr (Rûdaw) - Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari diyar kir ku di pêvajoyê de gaveke girîng rakirina sîstema qeyûman e.
Li parêzeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê îro Civîna Lijneya Birêvebiriyên Xwecihî yên Demokratîk a Jinan dest pê kir û dê 2 rojan berdewam bike.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Hevseroka Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Çîgdem Kiliçgun Uçar jî beşdarî civînê bûn.
Hatîmogullari amaje bi pêvajoya aştiyê da û diyar kir ku sîstema qeyûman hem îradeya gelê Kurd û hem jî sîstema hevserokatiyê bin pê dike û divê bilez were rakirin.
Hevseroka DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê anî ziman:
“Ez ji vê derê careke din bangî hişmendiya sîstema qeyûman dikim.
Di demeke ku îro pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê axaftin de divê sîstema qeyûman û çalakiyên rejîma zordariyê bi dawî bibin.
Îro gava herî bingehîn ku divê were avêtin, pûçkirina bilez a yasaya qeyûman e û vekişandina qeyûman e.
Bila biçin parêzgariyê bikin, qaymeqamtiyê bikin.
Her wiha bila hevserokên ku xelkê ew hilbijartine careke din vegerin ser karên xwe.
Ev mafê herî xwezayî yê civakê ye.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse