Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Çinarê ya parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê cenazeyê welatiyê 75 salî hat dîtin ku ji roja çarşemê ve winda bû.
Li gorî zanyariyan li gundê Omeranê yê navçeya Çinarê welatiyê 75 salî Fazil Bat roja çarşemê ji mala xwe derket û venegeriya.
Malbata Fazil Bat ji bo dîtina wî dest bi xebatên lêgerînê kirin lê nehat dîtin.
Piştre tîmên Reveberiya Karesat û Rewşên Bileza (AFAD) ji rewşê hatin agahdarkirin.
Tîmên AFADê xebatên lêgerînê dan destpêkirin û cenazeyê Fazil Bat li sînorê gund dîtin.
Hat ragihandin ku tîman cenazeyê Fazil Bat ji bo karûbarên otopsiyê veguhast Bijîşkiya Dadî ya Amedê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse