HSD û Koalîsyonê operasyonên hevpar kirin, hedef DAIŞ e

23-11-2025
Nîşan HSD Koalîsyon DAIŞ Hisîça Operasyon
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), bi piştevaniya Hevpeymaniya Navneteweyî ya li Dijî DAIŞê (Koalîsyon) li Hisîça (Hesekê) û gundewarê Reqayê li hemberî şaneyên DAIŞê operasyonên hevpar pêk anîn.

Di operasyonan de serkirdeyekî DAIŞê yê ku wekî "Mîr” dihat naskirin û hinek gumanbar hatin desteserkirin.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, yekîneyên taybet ên HSDyê şeva borî li taxên bajarê Hisîçayê dest bi operasyoneke berfireh a ewlehiyê kiriye û operasyonê heta berê sibehê berdewam kiriye.

Operasyon bi piştevaniya bejahî û asmanî ya hêzên Koalîsyonê hatiye kirin.

Beriya operasyonê hemû deriyên bajêr hatine girtin da ku rê li ber reva gumanbaran were girtin.

Di operasyonê de hinek gumanbarên girêdayî şaneyên DAIŞê hatine desteserkirin.

Li gorî heman çavkaniyan, beriya vê operasyonê jî endamên Asayîşa Giştî û Yekîneyên Taybet (HAT) bi beşdariya hêzên Koalîsyonê li gundewarê rojhilatê Reqayê operasyoneke hevbeş a asmanî pêk anîbû.

Di wê operasyonê de, serkirdeyekî şaneyeke DAIŞê ku wekî "Mîr" dihat naskirin hatibû desteserkirin û şervanan dest danîbû ser çek û cebilxaneya wî.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst