Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku şervanan li rojhilatê Dêrezorê êrişeke DAIŞê têk biriye û DAIŞiyek hatiye kuştin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (HSD) da zanîn ku bi saya alîkariya şêniyên herême hewla ku DAIŞ li bajarokê Derencê yê li rojhilatê Dêrezorê êrişî xaleke şervanan bike hatiye şikandin.
Li gorî daxuyaniyê, şervanan bi xêra agahiyên ku xelkê herêmê dane tesbît kiriye ku li Derencê liv û tevgereke bi guman heye.
Şervanan jî xelekeke ewlehiyê ava kiriye û li ber DAIŞiyan kemîn daniye.
DAIŞî ketine kemînê, yek ji wan hatiye kuştin û yek ji reviyaye.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin, DAIŞiyan plan dikir mayîn û teqemeniyên ku bi destan hatine çêkirin li qadên bicihbûnê yên hêzên HSDyê bi cih bikin û bi vî rengî êriş bikin.
Her wiha piştî şer li herêmê karekî berfireh ê lêgerînê dest pê kir.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) destnîşan kir ku operasyonên li hemberî şaneyên veşartî yên DAIŞê dê berdewam bikin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse