Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî ragihand ku peymana wan a bi hikûmeta Sûriyeyê re ji bo pêkanîna aramiyê ye û eger peyman were betalkirin, ew dê dev ji herêmên xwe bernedin.
General Mezlûm Ebdî hişyarî da ku DAIŞ hîn jî bihêz e û vekişîna hêzên Amerîkayê ne "ramaneke baş" e.
Mezlûm Ebdî di bernameya “News Hour”ê ya kanala PBSê ya Amerîkayê de (hefteya borî li Almanyayê hatibû tomarkirin û nû hatiye belavkirin) qala rûdanên dawî yên li Rojavayê Kurdistanê, peymana bi Şamê re, gefên DAIŞê û rola Amerîkayê kir.
"Peymana herî guncav bû"
Mezlûm Ebdî li ser wê peymana ku wan dawiya meha Kanûna Paşîn bi hikûmeta Sûriyeyê re kiribû ragihand:
"Ev peyman di van şert û mercên niha de encama herî guncav bû.
Em nabêjin ku ji bo Kurdan peymana herî baş bû lê ji bo garantîkirina agirbestê, çespandina aramiyê û çareserkirina pirsgirêkên me yên bi rêya diyalogê, qebûlkirina peymanê bû vebijêrkek."
Ji ber paşveçûna leşkerî û aborî, HSD neçar ma ku ji beşeke mezin a bakurê Sûriyeyê vekişe ku qadên petrolê û xalên sînorî jî di nav de bûn.
Lê dîsa jî dê 4 lîwayên hêzên Kurdan herin nav artêşa Sûriyeyê û di beramberî vê yekê de hikûmet dê mafên sivîl û perwerdeyê yên Kurdan nas bike.
Otonomî û birêveberiya xwecihî
General Mezlûm di bersiva pirsekê de ku gelo birêveberiya xwecihî cihê otonomiyê girtiye got:
"Em otonomiyê dixwazin lê ji ber rewşa niha, mercê hikûmeta Şamê ji bo qebûlkirina me tenê birêveberiya xwecihî ye da ku Kurd karibin herêmên xwe bi rê ve bibin û nasnameya Kurdan biparêzin."
Wî her wiha daxuyand ku eger peyman were betalkirin, ne pêkan e ku ew dev ji herêmên xwe berdin û dê heta dawiyê şer bikin.
Metirsiya DAIŞê û vekişîna Amerîkayê
Fermandar Mezlûm derbarê jinûveserîhildana DAIŞê de hişyarî da û diyar kir:
"DAIŞ hîn jî gelekî bihêz e û hêdî hêdî destê wê gihiştiye bajarên herî mezin ên Sûriyeyê.
Eger şerê li dijî DAIŞê bi tundî nedome, ew rêxistin dê careke din bibe gefeke li ser cîhanê."
Mezlûm Ebdî dilgiraniya xwe ya li ser vekişîna hêzên Amerîkayê anî zimên û ev yek wekî "ramaneke baş" nedît.
Wî da zanîn ku vekişîna di vê dema hestyar de dê astengiyên mezin çêbike, bi taybetî jî di "şerê li dijî terorê" de.
Mezlûm Ebdî rexne li bêdengiya Washingtonê ya di dema êrişên li ser herêmên wan de û got:
"Dema ku êrişeke mezin hat ser herêmên me û gelek kesên me hatin kuştin, helwesta Amerîkayê ew qasî ne xurt bû ku êrişê bide rawestandin.
Loma ji ber vê helwestê, bêhêvîbûneke berbelav di nav gelê me de heye."
"Du nasnameyên min hene"
Mezlûm Ebdî qala nasnameya xwe kir û got:
"Du nasnameyên min hene, Sûriyeyîbûn û Kurdbûn, di bingehê de ez Kurd im û ez bi her duyan jî serbilind im.
Em dixwazin Sûriye were avakirin lê di heman demê de em dixwazin herêmên Kurdan jî bi pêş bikevin û zindî bibin, her wiha Kurd xwedî roleke sereke bin di nav welêt de."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse