Hewlêr (Rûdaw) - Berpirsê Rêxistina Berçavê Farûq Hecî Mistefa da zanîn ku bo rakirina cezayên li ser Sûriyeyê gelek şert hene.
Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê biryara sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê derxist.
Berpirsê Rêxistina Berçavê Farûq Hecî Mistefa ev mijar ji Rûdawê re nirxand.
Farûq Hecî Mistefa bi bîr anî ku Yekîtiya Ewropayê (YE) jî ev biryar daye û got:
“Rakirina cezayan a sivikkirina wan ne meseleya xatir e lê ev 5-6 meh in li Amerîkayê nîqaşeke cidî tê kirin ku ew dikarin çawa miameleyê bi hikûmeta nû re bikin.”
Farûq Hecî Mistefa diyar kir ku ji nêzîkî 2789 dezgehan tenê cezayên 28an hatine rakirin û destnîşan kir ku ev rêjeyeke pir kêm e.
Berpirsê Rêxistina Berçavê da zanîn ku li “Şamê gelek çekdarên biyanî hene” û tewr hinek ji wan misteşar in jî.
Farûq Hecî Mistefa diyar kir ku di nav wan çekdaran de çekdarên ji Hindistan û Pakistanê jî heye û got, “Xwîn û dilê Heyeta Tehrîr El Şamê unsurên biyanî ne.”
Wî da zanîn ku Sûriye di bin çavdêriya Amerîka û Yekîtiya Ewropayê de ye û ji bo rakirina cezayan gelek şertên wan hene.
Farûq Hecî Mistefa diyar kir ku Rojavayê Kurdistanê ji cezayên li ser Sûriyeyê muaf e lê dê rakirina cezayan bandorê li rojavayê welêt jî bike.
Li gorî wî, rakirina cezayan baş e lê “divê mirov hêviyên mezin neke.”
Serokê Amerîkayê Donald Trump di geşta xwe ya Kendavê de li Erebistana Siûdî bi Serokkomarê Sûriyeyê Ehmed Şer re civiya bû û biryara rakirina cezayên li ser Sûriyeyê dabû.
Piştî vê yekê Yekîtiya Ewropayê (YE) jî bi armanca alîkariya vejîna aborî ya Sûriyeyê biryar da ku ambargoyên aborî yên li ser Sûriyeyê rake.
#VÎDEO - Amerîkayê dest bi sivikkirina cezayên li ser Sûriyeyê kir
— RudawKurdi (@RudawKurdi) May 24, 2025
🛑 Yekîtiya Ewropayê jî biryara rakirina cezayan daye
🛑 Farûq Hecî Mistefa vê biryarê ji Rûdawê re dinirxîne û rewşa giştî dinirxîne
🎙️ Farûq Hecî Mistefa: Ji bo rakirina cezayan gelek şert hene
🎙️ Farûq… pic.twitter.com/vo3KokHLLU
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse