Qamişlo (Rûdaw) - Xelkê bajarê Serê Kaniyê ku ji ber êrişên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar koçberî bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê bûne, dixwazin vegerin ser mal û milkên xwe.
Welatiyê bi navê Mistefa El Zeîm ku bi xwe xelkê Serê Kaniyê, berî koçber bibe, xwedan mal û milk bû, Super Markêteke wî ya mezin hebû, hal xweş bû, lê carekê di vedyoyekê de dibîne bê çawa çekdarên opozisyona Sûriyê dest datînin ser milk û malê wî, lê nikare tiştekî jî bike.
Mistefa El Zeîm, hemû ew mal û milk li dû xwe hişt. Talankirina ked û samanên wan weke lehingiyek li aliyê din dê dîtin û niha ji nû ve li Qamişloyê dikaneke din ji xwe re amade dike, lê keda ku daye jî ji dû wê venagere.
Mistefa El Zeîm, koçberê Serê Kaniyê dibêje, “Li ba me naskirî bû super marketê mala zeîm û çada mal Zeîm, markêta me tijî bû, artêşa azad bir her dû kogehên me jî hemû kelûpel bûn tev birin û heta erdê bavê min ji xwe re çandin malê me dev birin derî û pencere birin.”
Vegera Serê Kaniyê derdê dilê xelkên wê ye. Kilîtên malên wan ku bi zorê ji wan hatine standin, hîn çavên wan lê ye û di wê baweriyê de ne ku tevî bêhêziya wan dê careke din vegerin mal û halên xwe.
Ameşa piştî ku Serê Kaniyê ket destê grûpên çekdar, carekê hewl da derbasî mala xwe ya li Serê Kaniyê bibe. Lê çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê rê nedan wê.
Ameşa Sîdo, Koçbera Serêkaniyê dibêje, “Ez çûme mala xwe nehiştin ez derbas bibim mim kilît jî da wan eger bihêlin niha ez û kalê xwe emê herin.”
Ji destpêka operasyona çekdarên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Tirkiyê û hêzên Tirkiyê li ser Serê Kaniyê û Girê Spî, li gor amarên Rêveberiya Xweser 350 hezar kes koçber bûne, beşê herî mezin berê xwe dane Hesekê û Kobanê û hejmarek jî koçberî Başûrê Kurdistanê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse