Hewlêr (Rûdaw) - Koçberên Serê Kaniyê yên li Kampa Waşokanî ku dikeve rojavayê bajarê Hesekeya Rojavayê Kurdistanê di rewşeke xerab dijîn û piştî salekê ji êrîşa Tirkiyê bo ser bajarê wan, bi hêvî ne vegerin ser warên xwe.
Eymn Şêx Salih, koçberê Serê Kaniyê dibêje, “Ev kilîtên mala me ne li Serêkaniyê, em ê wan biparêzin heta rojekê em vegerin mala xwe. Ez li mala xwe bûm ligel malbata xwe dema artêşa Tirkiyê bi firoke û topxaneyan êrîşî me kir, mala me bi tevahî wêran bû, û min lingê xwe jidest da, herwiha gelek ji hevalên min şehîd bûn, artêşa Tirkiyê Serêkaniyê wêran kir û komkujî li bajar pêk anî, ev tiştekî ne exlaqiye, em ji malên me derbider kirin.”
Koçberên Serê Kaniyê hawara xwe digihînin Amerîka, welatên Ewropayê û Neteweyên Yekbûyî daku alîkariya wan bikin û wan vegerînin malên wan.
Gelek ji koçberên Serê Kaniyê li kampa Waşokanî dibêjin, malên wan jiber êrîşa Tirkiyê wêran bûn, tiştekî wan nemaye, hevdem zarok ji mezinan zêdetir baca herî mezin a derbidebûnê li kampê didin.
Koçbereke din a bi navê Subhiye Ehmed dibêje, “Ev salek e em di vê rewşê de ne, em di çadiran de derbider in, havînê germ e û zivistanê sar e, me her tişt jidest da ye, ji neçarî me malên xwe bicîh hiştin, jiyan li kampê zehmet e, ne kelûpel, ne elkterîk heye, tenê alîkariya mehane digihê me, tiştekî din nîne, ji dema derbiderbûnê ve em di rewşeke zehmet de dijîn.”
Kampa Waşokanî 12 kîlometreyan dikeve bakurê rojavayê bajarê Hesekê, nêzîkî 12 hezar koçberên Serê Kaniyê lê dimînin ku di nav 1700 çadiran de dijîn.
Ew kamp ji aliyê Rêveberiya Xwesr ve tê birêvebirin û Heyva Sor a Kurdî jî xizmetguzariyên pizîşkî ji koçbran re pêşkêş dike, bi gotina berpirsên Rêveberiyê tevî nêzîkbûna rêxistinên navdewletî ji kampê lê ew çavên xwe digirin û bi erkê xwe ranabin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse