Mêrdîn (Rûdaw) - Malbateke ji Dirbêsiya Rojavayê Kurdistanê , di destpêka şerê navxwe yê Sûriyê de koçberî Qosêra Mêrdînê bûye û niha bi karê avdaniyê hewl dide debara jiyana xwe dabîn bike.
Asim Fendî dibêje, “Ew şer bi ser me de hat û em revîn hatin. Lê cih û war tune bû, kirêya xaniyan jî gelek giran bû û bi destê me nediketin. Me jî xwe li erda girt û em hatin ku karê avdanîyê bikin. Armanca me jî ew bû ku em bi şerefa xwe debara bxwe ikin û kerameta me li cem me mehfûz be. Însanek ku ji axa dûr bikeve jî zor e, em jî ji welat derketine, gelek zor e.”
Karê avdanîyê ji bo kesek ku bi tena serê xwe bike ne pêkan e, ji ber wê jî Asim Fendî û malbata wî bi giştî dikevin nav zeviya garisan û bi hev re kar dikin.
Zerga Mihemed dibêje, “Keçikê min gişt alîyê bavê xwe dikin.Em nikarin wî bi tan serê bihêlin û zimanê xelkê li ser xwe dirêj bikin.Keçikê min xwe hildigrin û alîyê bavê xwe dikin.Zilamên tenê ye,guneh e û nexweşe jî keçik alîyê wî dikin.Ma qey çi ferqa keçîk û zilama he ye.Ez keçikê xwe bi heft xorta nadim.Elhemdûlîllah ku li pişta zilamê min in.”
Şert û mercên dijwar yê koçberbûnê her çiqas bibe sedema nerazîbûnê jî, ew wê dengê xwe yê gilîdar bi qebûlîyek mecbûr di dilê xwe da difetisînin.
Kamîla Şêxê diyar dike, “Mihacirî feqîrî ye, mihacirî xerîbî ye, mihacirî rizaletî ye, hema mihacirî her tişt e. Îro ez mihacir im, feqîr im, tu jî xwedîyê erd î, ku ez peyvek bikim tû deh peyvan li min dikî.”
Weke koçberan mazûvanên koçberan jî di bendewarî rawestandina şer de ne.
Mehmet Uluç jî dibêje, “Mirov ku diçe mala birê xwe jî merif xwe rehet hêsnake, îcar van mirovan bajarên xwe, axa xwe terk kirine hatine ji ber vê jî ev rewş pir zehmet e. Meriv wî êşê di wan de dibîne, li kar jî, di nav malbatê de jî, yanî ew hesreta di dilê wan de ya welêt mirov her dibîne û hîs dike.
Dûrketinek ji welatê xwe ya bi salan di qeydên fermî de pênasekirina bi navê koçber û herwiha mevandarîyek ku ne dîyar ku yê kengî xilas bibe.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse