Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Erzinganê bav û kur di mala xwe de mirî hatin dîtin.
Hat diyarkirin ku ew bi çekê hatine kuştin.
Xizmên bav û kurê ku li taxa Fatîhê ya parêzgeha Erzinganê ya Bakurê Kurdistanê dijîn piştî ti agahî ji wan wernegirtin û aliyên pêywendîdar agahdar kir.
Tîmên tenduristiyê û polîsên ku çûn cihê bûyerê.
Tîman da zanîn ku bav Reşîd K.yê 67 salî û kurê wî Yasîn K.yê 34 salî bi çekê hatine kuştin û di cih de mirine.
Polîsan welatî ji cihê bûyerê dûr xistin.
Lêkolînên tîmên lêkolîna cihê bûyerê û dozgerê komarê yên li malê didomin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse