Hewlêr (Rûdaw) - Piştî 4 rojan ji kampanyaya komkirina alîkariyan a bi navê “Rencê Rûdawê” ya Tora Medyayî ya Rûdawê dê alîkarî dji bo Rojavayê Kurdistanê bên şandin.
Di kampanyayê de zêdetirî milyarek û 300 mîlyon dînaran û gelek barhilgirên derman û pêdiviyên rojane hatin komkirin.
Kampanya şeva 22yê vê mehê li ber Mizgefta Celîl Xeyatê ya li Hewlêrê dest pê kiribû.
Ji bilî Hewlêrê, li ofîsên Rûdawê yên li Silêmanî û Dihokê jî alîkarî hatin komkirin û şeva borî dawî li kampanyayê hat.
Bi giştî pereyên ku di Kampanyaya Rencê Rûdawê de ji bo Rojavayê Kurdistanê hatine komkirin wiha ye:
829 milyon û 540 hezar û 750 dînar, 362 hezar û 784 dolar, 6 hezar û 777 euro, 10 pound, 450 hezar tumen û 135 hezar lîreyên Sûriyeyê.
Pereyên ku bi giştî hatiye komkirin dike nêzîkî milyarek û 370 milyon dînarên Îraqî ango nêzikî 932 hezar dolarên Amerîkî.
Derman û xwarin jî hatin komkirin
Di kampanyaya Rûdawê ya ji bo xelkê Rojavayê Kurdistanê de, bi dehan ton derman, cil û berg, şîrê zarokan, xwarin û pêdiviyên din ên rojane hatin komkirin.
Îro êvarê dê alîkarî li barhilgiran bên barkirin û sibe ber bi bajarên Rojavayê Kurdistanê ve bên şandin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse