Piştî 18 salan vegeriya welêt: Murşîd Xeznewî li ser Rêveberiya Xweser axivî

26-02-2024
RÛDAW
Murşîd Xeznewî
Murşîd Xeznewî
Nîşan Murşîd Xeznewî Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Murşîd Maşûq Xeznewî piştî 18 salên li diyasporayê vegeriya Rojavayê Kurdistanê.

Murşîd Maşûq Xeznewî bi şandeke zanayên ola Îslamê re çû serdana Encûmena Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser.

Xeznewî tekezî li ser hevkarî û hevsoziya hemû pêkhateyên herêmê kir û projeya Rêveberiya Xweser wekî mînakeke pêşketî nirxand.

“We karekî mezin kiriye lê rêya we dirêj e”

Zanayê ola Îslamê Murşîd Maşûq Xeznewî anî ziman:

“Rêveberiya Xweser mînakeke nû pêşkêşî navçeyê kir.

Pêxember silavên Xwedê li ser bin, me dişibîne keştiyeke ji du qatan pêk tê, divê em lê miqate bin û ti kes wê qul neke, ji ber ku em dê hemû ji nav biçin.

Hûn her gav û saetê me diparêzin. Em spasiya kar û xebatên we dikin. We karekî gelekî mezin kiriye lê rêya we hîn dûr û dirêj e.”

Xeznewî piştre çû bajarê Reqayê û li Mizgefta Ebû Hureyre ligel mela, gotarbêj, maqûl û berpirsên saziyên bajêr semînerek pêşkêş kir.

“Rola wan a sereke çavdêrîkina civakê ye”

Zanayê ola Îslamê Murşîd Maşûq Xeznewî herwiha got:

“Doza girîng a ku em wê nîqaş dikin, nûkirina gotara olî ye û divê nêzîkî rewşa xelkê be, herwiha hewldana vekirina wan mînên ku di fikra xelkê de hatine çandin e, wek tundrewiya mezhebî, olî, fikrî, etnîkî û eşirî.

Divê zanayên Îslamê li mizgeftan û li nav bazarê bi rola xwe rabin û çalakiyan di vî warî de bikin, ji ber ku pêwîstiya civaka me gelekî bi vê gotarê heye.

Mixabin di salên borî de melayan dest ji rola xwe ya serekî berdabû, tenê karê xwe wek karmendekî hikûmetê li mizgeftê dikirin lê rola wan a sereke bi xwe çavdêrîkina civakê ye û çandina nirx û bihayên mirovî ye û şerê li dijî tundrewiya ku aliyê din belav kiriye.”

Piştî kuştina bavê wî zanayê navdar ê Îslamê Mihemed Maşûq Xeznewî Gulana 2005an ji aliyê hikûmeta Sûriye ve, Murşîd Maşûq Xeznewî Sûriye û Rojavayê Kurdistanê bi cih hişt û berê xwe da welatên diyasporayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst