Hewlêr (Rûdaw) - Şandeyeke karsazên Sûriyeyê parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê ziyaret kir.
Serokê Odeya Pizîşkan a Şamê İsmail Xetip ligel şandeke karsazên ji Sûriyê serdana parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê kirin û li gel Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Wanê Necdet Takva civiyan.
Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Wanê li ser hesabê xwe yê medyaya civakî ragihand ku roja înê Serokê Konseya Hevkariyê ya Tirkiye-Sûriyeyê Mehmet Salih Balta, Serokê Odeya Bijîşkan a Şamê Îsmail Xetîp û şandeyeke karsazên Sûriyeyî bajarê Wanê ziyaret kir.
Li gorî daxuyaniyê ew şande bi Serokê Odeya Pîşesazî û Bazirganî ya Wanê Necdet Takva re civiya.
Necdet Takva ji Şanda Sûriyeyê re behsa rewşa civakî û aborî ya Wanê kir.
Herwiha di civînê de li ser xebatên qonaxa ji nû ve avakirina Sûriyeyê û hevkariya di navbera karsazên her du aliyan de gotûbêj hatin kirin.
Odamızı ziyaret eden Türkiye-Suriye İşbirliği Konseyi Başkanı Sn. Mehmet Salih Balta, Şam Tabipler Odası Başkanı Sn. İsmail Khatip ve beraberindeki Suriyeli iş insanları heyeti; Yönetim Kurulumuz ile bir araya geldi.
— Van Ticaret ve Sanayi Odası (@vantsokurumsal) April 25, 2025
Başkanımız Necdet Takva'nın İlimizin sosyo-ekonomik durumu… pic.twitter.com/Kz30CR1DeE
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse