Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li balyozê Almanyayê kir

26-05-2021
RÛDAW
Nîşan Nêçîrvan Barzanî Ole Diehl Balyozê Almanyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herema Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwawzî li balyozê Almanyayê yê Bexdayê Ole Diehl yê ku dawî bi erkê wî tê kir

Serokatiya Herema Kurdistanê daxuyaniyek belav kir ku Îro Çarşemê (26.05.2021) Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li Balyozê Almanyayê yê li Iraqê Ole Diehl Balyozê Almanya li Iraqê kir û di hevdîtêne de ji bo kar û hewlên wî yên bi navê pêşxistina peywendiyên Iraq û Herêma Kurdistanê li gel Almanyayê spasî û destxweşiyê lê kir û ji bo erka wî yê nû hêviya serkeftinê xwest.

Herwiha di hevdîtinê de Balyozê Almanyayê jî spasî û pêzanînên xwe ji bo hevkarî û hemahengiya aliyên peywendîdarên Herêma Kurdistanê li gel Balyozxaneya Almanya û erkên wî da dûbare kir û hêvî kir ku peywendî, alîkarî û hevbeşiya welatê wî li gel Iraq û Herêma Kurdistanê zêdetir ber bi pêşve biçin.

Di daxuyanîyê de hat ragihandin ku rewşa Herêma Kurdistan û Iraqê bi giştî, azadî û mafên mirovan, hilbijartinên paşerojê yên Iraqê, rûbirûbûna terorê û gefên DAIŞ û çend mijarên din ên girîng û hevbeş di hevdîtinê de hatine gotubêjkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst