Bafil Talebanî: YNK piştgîriyê dide parastina berjewendiyên Kurdên Rojava

26-08-2025
Nîşan Bafil Talebanî YNK Rojavayê Kurdistanê Piştgirî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî ragihand ku YNK piştgîriyê dide parastina berjewendiyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê.

Serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî li Debaşana Silêmaniyê bi Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Xerîb Hiso, Endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif û Endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim re civiya.

Bafil Talebanî bi rêya hesabê xwe yê Facebookê da zanîn ku Berpirsê Buroya Têkiliyan a YNKyê Derbaz Kosret Resûl, Berpirsê Beşa Têkiliyên Kurdistanê yê YNKyê Salar Lale Serhed jî beşdarî civînê bûne.

Hat diyarkirin ku di civînê de behsa pêşhatên herî nû yên Sûriye û Rojavayê Kurdistan hatiye kirin.

Bafil Talebanî piştgîriya Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê ji bo parastina berjewendiyên Kurdên Rojavayê Kurdistanê ducare kir.

Her wiha got ku “Dive mafên Kurdan li Sûriyeya nû werin misogerkirin” û ew welat bi hevparî ji hêla hemû aliyan ve were birêvebirin û Hikûmeta Sûriyeyê jî nûnertiya hemû pêkhateyan bike.

Li gorî parvekirina Bafil Talebanî, “Şandeya PYDyê jî silavên birêz Mezlûm Ebdî gihandine Serok Bafil û piştgîriya PYD û HSDyê careke din jê re ducare kiriye.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst