Komîsyon dê bi Ocalan re bicive? Meral Daniş Beştaşê bersiv da

26-08-2025
RÛDAW
Nîşan Meral Daniş Beştaş Abdullah Ocalan Komîsyona Pêvajoyê Pêvajoya Çareseriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentera DEM Partiyê Meral Daniş Beştaşê ragihand ku alî û mixatabê sereke yê pêvajoya çareseriyê Abdullah Ocalan e û divê Komîsyon biçe Îmraliyê û guhdariya wî bike.

Beştaşê got, "Ez bawer dikim ku di hefteyên pêş de Komîsyon dê biçe Îmraliyê."

Endama Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê Meral Daniş Beştaş ku di heman demê de Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan e (HDK), li ser rola Komîsyonê û pêvajoya çareseriya ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî.

"Komîsyon dê biçe Îmraliyê"

Beştaşê diyar kir ku guhdariya Abdullah Ocalan berpirsiyariyeke Komîsyonê ye û domand:

"Ez bawer dikim ku di hefteyên pêş de Komîsyon dê biçe Îmraliyê û guhdarîkirin dê pêk were.

Ev yek pêwîstiyeke xwezayî ya pêvajoyê ye. Mijarên wekî belavkirina PKKyê, danîna çekan û qonaxên pêvajoya aştiyê bi daxuyaniyên wî şekil girtine.

Kesê ku dewlet jî pê re hevdîtinê dike Birêz Ocalan e.

Îro eger li mexdûrên pêvajoyê, hiqûqnas û akademîsyenan tê guhdarîkirin, divê li mixatabê pêvajoyê jî bê guhdarîkirin.

Bêguman dê ev yek sûdeke mezin bide pêvajoyê, ji ber ku alî û mixatabê pêvajoyê Ocalan e."

"Divê şert û mercên Ocalan baştir bibin”

Parlamentera Kurd Beştaşê destnîşan kir ku Ocalan mîmar û mixatabê yekem ê pêvajoyê ye û wiha domand:

"Ma mirov dikare bêje ku şert û mercên kesekî ku li girtîgehê derfetên wî yên hevdîtin û agahdarkirinê gelekî kêm in û şert û mercên dewleteke ku xwedî hêzeke bêsînor e, wekhev in?

Ji ber vê yekê, dabînkirina şert û mercên ewlehî, azadî û tenduristiya Abdullah Ocalan pêwîstiyeke bingehîn e."

"Pêwîst e mafê hêviyê bê cîbicîkirin û TMK bê rakirin"

Meral Daniş Beştaşê anî ziman ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê hin gavên qanûnî bên avêtin.

Wê bi bîr xist ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) sala 2014an derbarê Ocalan de biryara binpêkirina "mafê hêviyê" dabû û got, cîbicîkirina vê biryarê ji bo Tirkiyeyê mecbûrî ye û ev dê bibe nîşaneke vegera hiqûqê.

Beştaşê her wiha got ku rakirina "Yasaya Têkoşîna li Dijî Terorê (TMK)" a ku rê li ber şîroveyên berfireh vedike, ji bo bipêşketina demokratîk a pêvajoyê gaveke krîtîk e.

"Pirsgirêka zimanê Kurdî sembola Pirsgirêka Kurdan e"

Meral Daniş Beştaşê astengkirina axaftina bi Kurdî ya Dayîkên Aştiyê jî bîr xist û wiha û got:

"Cudakariya ku em bi salan e hewl didin ji civakê re vebêjin, bi nehiştina axaftina dayîka Rabîayê ya bi zimanê dayikê re careke din xuya bû.

Divabû Komîsyonê li gorî mîsyona xwe pêşî li vê bigirta û axaftina bi Kurdî misoger bikira.

Dema ku serokkomar an nûnerên hikûmetê bixwazin dikarin bi Kurdî biaxivin lê nehiştina axaftina dayîkên ku sembola aştiyê ne, di nava civakê de dibe sedema pirskirina samîmiyetê."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst