Hewlêr (Rûdaw) - Şaredarê Milazgirê yê DEM Partiyê Ahmet Kenan Turker di bernameya şerê Milazgirê de pêşwaziya Serokê MHPyê Devlet Bahçelî kir û di çarçoveya pêvajoya aştiyê de spasiya xwe pêşkêşî Bahçelî kir.
Partiya Tevgera Netewperest (MHP) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî derbarê çalakiyên şerê Milazgirê yên li parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê peyamek belav kir.
MHPyê di peyama xwe de diyar kir ku Şaredarê Milazgirê yê DEM Partiyê Ahmet Kenan Turker di çarçoveya bernameya 954emîn Salvegera Şerê Milazgirê de Devlet Bahçelî pêşwazî kiriye û ji ber destpêkirina pêvajoya aştiyê spasiya xwe pêşkêş kiriye.
Di daxuyaniyê de her wiha hat ragihandinku Turker amaje pê daye ku ew bawer in dê pêvajo bi awayekî serkeftî bi dawî bibe.
Di çarçoveya bernameya 954emîn Salvegera Şerê Milazgirê de Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê MHPyê Devlet Bahçelî li parêzgeha Mûşê beşdarî bernameyê bûn.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse