Herdu birayên Ebû Emşe ji ber diziyê ji kar hatin dûrxistin

26-12-2021
RÛDAW
Nîşan Ebu Emşe Efrîn
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê Firqeya Siltan Silêman Şah ku wek Emşat tê naskirin û girêdayî Tirkiyê ye ragihand, ku fermandarê firqeya navborî Mihemed el-Casim Ebû Emşe herdû birayên xwe ji ber dizî, revandina xelkê û destdirêjiyê ji postên wan ên serbazî dûr xistin. Li gor Komîteya Vegerandina Mafan, destê Ebû Hemşe bi xwe jî di wan tawanan de heye.

Li gor daxuyaniya Firqeya Siltan Silêman Şah, fermandarê wan Mihemed el-Casim ku wek Ebû Emşe tê naskirin, herdû birayên xwe Ebû Sîrac el-Leyzer û Seyf el-Casim ji postên wan ên serbazî dûr xistine piştî çend demjimêran ji desteserkirina wan.

Dûrxistina herdû birayên Ebû Emşe ji post û karên wan li nav Firqeya Siltan Silêman Şah piştî wê yekê hat ku Komîteya Vegerandina Maf ragihandibû ku Ebû Emşe û herdû birayên xwe li nahyeya Şiyê ya Efrînê tawan û binpêkirinên zêde dijî xelkê wê navçeyê kirine, wek revandina sivîlan, dizî û destdirêjiyê.

Piştî kontrolkirina Efînê ji aliyê artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ve di 18ê Adara 2018an de, Firqeya Siltan Silêman Şah li nehyeya Şiyê bicîh bûbû. Li gor komîteya navborî, wê grûpa çekdar a girêdayî Tirkiyî li wan deveran gelek binpêkirin û tawanên wek dizî, revandina sivîlan, destdirêjî û destdanîna ser mal û milkên xelkê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst