Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Pêwendiyên Derve yê Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Zagros Hîwa, şer û pevçûnên dawî yên di navbera Artêşa Sûriyeyê û Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de wekî "komplo" û "paşdeçûna" di "pêvajoya aştiyê" ya li Tirkiyeyê de bi nav kir.
Zagros Hîwa ji ajansa nûçeyan a Fransayê AFP re axivî û diyar ku bipêşketinên li Sûriyeyê ji pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê ne serbixwe ne.
"Rasterast bandor li ser pêvajoyê heye"
Hîwa bal kişand ser bandora tevgera leşkerî ya li Sûriye û Rojhilata Navîn a li ser Tirkiyeyê û got:
"Bipêşketinên li Sûriyeyê û bi wateyeke berfireh li Rojhilata Navîn, bandoreke rasterast li ser pêvajoya aştiyê ya li Tirkiyeyê dikin.
Ev êrişên ku li dijî Kurdan tên kirin, plan û komployeke ji bo têkbirina pêvajoya aştiyê ye."
Hişyariya "paşdeçûnê"
Zagros Hîwa diyar kir ku şerê li Sûriyeyê zemîna diyalogê ya li Tirkiyeyê lawaz dike.
Berdevkê KCKyê bûyerên dawî wekî astengeke mezin li ber pêvajoyê pênase kir û got:
"Ev êriş hem îşaret bi komployeke li dijî pêvajoya aştiyê dikin û hem jî paşdeçûneke cidî ya di pêvajoyê de nîşan didin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse