Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand, li bajarê Amûdê wan dest bi çavdêrîkirina bazarê û kêmkirina nirxên kelûpelan kirine, ku di wan rojên dawî de bi sedema metirsiya belavbûna vîrusa Koronayê, hejmarek bazirgan û dikandaran nirxên tiştan zêde kiribûn.
Rêveberiya Xweser ragihandiye, wan bi rêya komîteyên temwînê hewl dane ku bihayên pêdiviyên rojane kêm bikin, ku ji ber pirsa Koronayê û qedexeya hatinûçûnê ji aliyê bazirgan û dikandaran ve hatibû zêdekirin.
Komîteyên temwînê li Amûdê û bajarên din ên Rojavayê Kurdistanê tedbîrên tund wergirtine, daku bazirgan û dikandar bihayên pêdiviyên rojane yên xelkê zêde nekin.
Li gor agahiyan, di çend rojên bihorî de li Amûdê nirxên pêdiviyên rojane û kelûpelên din gelek zêde bibûn.
Piştî ragihandina qedexeya hatinûçûnê li seranserê Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de, gelek bazirganan derfet dît, û bihayên pêdiviyan zêde kirin, vê yekê nerazîbûn li ba xelkê li pey xwe anî.
Rêveberiya Xweser di çarçoveya rêkarên xwe yên ji bo rêgirtin li belavbûna vîrusa Koronayê de, ji 23ê Adarê ve bo dema 15 rojan qedexeya derketina derve ragihandiye.
Pêr 25ê Adarê jî Rêveberiya Xweser di daxuyaniyeke din de daxwaz ji welatiyên Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din kiribû, ku pabendî lîsteyên nirxan bin û tekez kiribû, her kesê pabend nebe dê bihê sizadan.
Heta niha li Rojavayê Kurdistanê ti kes bi vîrusa Koronayê neketiye, lê belê hikûmeta Sûriyê ragihandiye, ku li navçeyên jêr desthilata hikûmeta navendî 5 kes tûşî vê vîrusê bûne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse