Bikarhênerên madeyên hişbir li Duhokê: Jiyana me bûye dojeh!

27-06-2021
Nasir Elî
Tîma Rûdawê xwe gihand yek ji wan cihên ku ciwan lê madeyên hişbir bikar tînin
Tîma Rûdawê xwe gihand yek ji wan cihên ku ciwan lê madeyên hişbir bikar tînin
Nîşan Madeyên Hişbir Duhok Başûrê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Duhok) - Tîma Rûdawê karî xwe bigihîne yek ji wan cihan li parêzgeha Duhokê ku ciwan tê de madeyên hişbir bikar tînin. Ew ciwan dibêjin, jiyan ji bo wan bûye dojeh.

Ciwanek ku madeyên hişbir bikar tîne û alûde bûye, ji Rûdawê re ragihand ku li her kolaneke Duhokê ciwan hene ku madeyên hişbir bikar tînin û daxwaz ji aliyên peywendîdar dike ku ji vê rewşê re çareseriyekî peyda bikin.

Her yek ji van ciwanan çîrokeke ciyawaz heye û wek ku ew dibêjin, ji ber wan madeyên hişbir jiyan li wan bûye “dojeh.”

Rûdaw yek ji wan ciwanan dipirse, ka çawa wan madeyên hişbir bidest dixin û çiqas pere pê didin, ew dibêje, “heta niha min pereyekî min ê zêde di bikaranîna madeyên hişbir de çûye” û got jî ew kirîn û firotinê pê dike.

Yek ji wan ciwanan ku temenê wî 17 sal in dibêje, wî ji 12 saliyê ve destbi bikaranîna madeyên hişbir kiriye û li Îranê fêr bûye.

Ew ciwan ji ber bikaranîna madeyên hişbir ji mal û kesûkarên xwe veqetiyane. Yek ji wan ji peyamnêrê Rûdawê re dibêje, “Kesên bêexlaq eroîn û heşîş dan me û em jî tûş bûn.

Hejmara wan ciwanên ku Rûdawê serdana wan kir, 12 kes in û temenê wan di navbera 15 ta 30 saliyê de ne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst