Li Mûşê gundiyan pêşbaziya hespan li dar xist

27-06-2022
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Mûş Bakurê Kurdistanê Pêşbaziya Hespan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gimgimê ya ser bi parêzgeha Mûşê ya Bakurê Kurdistanê ve, pêşbaziya hespan a di navbera gundan de hat lidarxistin.

Gundiyan bi derfetên xwe pîstek çêkirina û navê wê “Hîpodroma Nurî Efendî” lê kirine.

Li gundê Înaliyê salê du caran pêşbaziya hespan tê kirin û ji gund û navçeyên derdorê jî gelek kes beşdarî pêşbaziyê dibin.

Mehmet Lutfu Yalçiner, muxtarê gundê Înalî dibêje, “Li hemû gundan hespên teradê tên bi xwedî kirin. Ji bo vê şahiyê daxwazeke zêde ya xelkê heye.”

Di vê pêşbaziya 4 hezar û 500 metreyî de hespê bi navê “Mîr Baran” a Mehmet Nurî Yalçiner bû yekemîn û hezar lîre xelat wergirt.

Mehmet Nurî Yalçiner, ku bi hespê xwe pileya yekem bi dest xist, diyar kir, “Me pêşbaziya hespan kir û ez bûm yekemîn. Ez spasiya hemû kesî dikim.”

Gundiyên Înaliyê ji berpirsan daxwaza pîsteke profesyonel dikin û dixwazin vê kevneşopiya bav û kalan ji zarokên xwe re mîrat bihêlin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst