Serok Mesûd Barzanî: Êdî dem hatiye ku gavên cidî bên avêtin

27-11-2025
RÛDAW
Nîşan Serok Mesûd Barzanî Qada Gazê ya Kormorê Çemçemal
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serok Mesûd Barzanî li ser êrişa Qada Gazê ya Kormorê got, "Êdî dem hatiye ku li hemberî van destdirêjî û êrişên nerewa gavên cidî û pratîkî bên avêtin."

Baregeha Barzanî daxuyanî belav kir. Daxuyaniya Serok Mesûd Barzanî wiha ye:

“Em bi awayekî gelekî tund wê êrişa terorîstî şermezar dikin ku şeva borî li Qada Kormorê hatiye kirin.

Ev êriş li dijî binesaziya aborî û berjewendiyên Îraq û Herêma Kurdistanê û hemû welatiyan e.

Tevî ku berê jî gelek caran êrişên wiha yên nerewa yên li ser Herêma Kurdistanê hatine şermezarkirin lê tenê şermezarkirin bûye û li hemberî kiryaran ti rêkar nehatine kirin û ew êriş ducare bûne.

Êdî dem hatiye ku li hemberî van destdirêjî û êrişên nerewa gavên cidî û pratîkî bên avêtin, dawî li wan bê anîn û kiryarên wan bên cezakirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst