Alîkariyên Renca Rûdaw gihîştin Rojavayê Kurdistanê: 80 barhilgir derbas bûn

2 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Renca Rûdawê Alîkarî Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di çarçoveya kampanyaya "Renca Rûdaw" de ku Tora Medyayî ya Rûdawê dabû destpêkirin, karwanê yekem ê alîkariyan gihîşt Rojavayê Kurdistanê.

Karwanê mezin ê ku ji 80 barhilgiran pêk tê û xwarin, derman û pêdiviyên serekî bar kirine, di Deriyê Sînorî yê Sêmalkayê re derbasî Rojavayê Kurdistanê bû da ku bigihîje destê kesên hewcedar.

Karwanê yekem ê alîkariyê ku bi bexşên xêrxwaz û karsazan di çarçoveya kampanyaya hevgirtinê ya li dijî krîza mirovî ya li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê, li Herêma Kurdistanê hatibû amadekirin, îro di deriyê Sêmalka-Pêşabûr re derbasî axa Rojavayê Kurdistanê bû.

Karwanê duyem ji Hewlêrê bi rê ket

Piştî derbasbûna karwanê yekem, qonaxa duyem a kampanyayê dest pê kir û îro serê sibehê karwaneke nû ya ji 50 barhilgiran pêk tê li Hewlêrê bi çepikan hat birêkirin.

Bi vî awayî, hejmara barhilgirên alîkariyê yên ku di çarçoveya kampanyaya "Renca Rûdaw" de ji bo herêmê tên şandin, di demeke kurt de gihîşt 130î.

Naveroka alîkariyan

Di nav barhilgiran de ji ber sermaya zivistanê, sotemenî û betanî ku girîngiyeke wan a jiyanî heye, her wiha ard, şîrê zarokan û kelûpelên tenduristiyê yên bilez cih digirin.

Tora Medyayî ya Rûdawê bi navê "Renca Rûdaw" kampanyayeke berfireh a alîkariyê dabû destpêkirin.

Ev kampanya bi hevahengiya lojîstîkî ya Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) tê birêvebirin û tê çaverêkirin ku alîkariyên hatine komkirin, di serî de ji bo koçberên li Kobanî û Hisîçayê, li herêmên ku herî zêde pêdiviya wan pê heye bên belavkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst