Hewlêr (Rûdaw) - Karwanê dawî yê alîkariyên Kampanyaya Renca Rûdawê gihişt Rojavayê Kurdistanê.
Ew alîkarî ji bo mexdûrên Rojavayê Kurdistanê hatibûn komkirin.
Kampanyaya Renca Rûdawê ku Tora Medyayî ya Rûdawê şeva 22yê vê mehê li ber Mizgefta Celîl Xeyatê ya li Hewlêrê dest pê kiribû, 25ê Kanûna Paşîn a 2026an bi dawî bibû.
Karwanê dawî ku ji 37 barhilgiran pêk dihat îro piştî nîvro gihişt Rojavayê Kurdistanê.
"Me alîkarî gihandin hemû herêman"
Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) Mûsa Ehmed ku erkê belavkirina alîkariyan li xwe girtiye, îro ji Rûdawê re got:
"Me di kampanyaya Rûdawê de alîkarî gihandin hemû herêmên Rojavayê Kurdistanê."
Ew alîkarî li bajarên Qamişlo, Dêrik, Amûdê, Hisîça (Hesekê) û derdora wan li koçberan hatin belavkirin.
Belavkirin didome
Mûsa Ehmed amaje pê kir, "Dabeşkirina alîkariyan li Rojavayê Kurdistanê ev sê roj in dest pê kiriye û didome."
Di kampanyaya Rûdawê de ku 126 barhilgir bûn, ev kel û pel hatine komkirin:
- Derman û kel û pelên tenduristiyê: 55,4 ton
- Birinc: 133 ton
- Ard: 31 ton
- Şîrê av: 8 ton
- Şîrê toz: 37,6 ton
- Paqijker, sabûn û şampo: 8,2 ton
- Ava bacana (Salçe): 9,035 ton
- Masî: 24,6 ton
- Goşt û mirîşkên di qutiyan de: 26,8 ton
- Nan: 5,6 ton
- Rûn: 48,5 ton
- Nok: 17,2 ton
- Fasûlî: 30,5 ton
- Nîsk: 15 ton
- Savar: 8,7 ton
- Xalîçe: 24 ton
- Mast û penîr: 7,05 ton
- Meqerne: 22,01 ton
- Vexwarinên bigaz: 34,93 ton
- Cil û berg: 21,3 ton
- Kel û pelên şîr: 1,53 ton
- Ça: 0,9 ton
- Nadil: 0,8 ton
- Şekir: 1,8 ton
- Betanî: 9 hezar û 14 heb
- Doşek: 3 hezar û 39 heb
- Balîf: 415 heb
- Sebetên xwarinê: 11 hezar û 614 heb
- Kartonên çixareyê: 105 heb
- Sobe: 3 hezar û 506 heb
- Glopên şarjê: Hezar û 480 heb
- Pêdiviyên taybet ên jin û zarokan: 3 hezar û 567 karton
- Legen: Hezar û 182 heb
- Av: 2 hezar û 700 karton
- Pêlavên zarokan: 33 karton
- Memikên şîr: 960 heb
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse