Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd Hamît Geylaniyê ku yek ji avakerên HEPê bû û koça dawî kir.
Siyasetmedar, nivîskar û helbestvan Hamît Geylanî ev demek e ku ji ber nexweşiya xwe li Enqereyê tedawî dibû lê îro jî nav me bar kir.
Cenazeyê wî dê sibe li gundê Dêmanê yê Şemzînanê were veşartin.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullariyê bi rêya hesaba xwe ya Xê ragihand ku Geylanî çûye ser dilovaniya xwe.
Tulay Hatîmogullariyê diyar kir ku Geylanî jiyana xwe di rêya azadî û aştiyê de terxan kiriye û got:
“Em dê mîrasa birûmet a ku wî ji me re hiştiye hilgirin.”
Hamît Geylanî kî ye?
Malbata Hamît Geylanî sala 1925an ji ber bûyerên li Şemzînanê koçî Rojhilatê Kurdistanê kir.
Hamît Geylanî sala 1947 an li gundê Mirgeverê yê Urmiyeyê hat dinê.
Malbata Geylanî sala 1951ê bi efûya ku ji aliyê Partiya Demokrat ve hat ragihandin vegeriya gundê Dêmanê yê Şemzînanê.
Wî sala 1979an Fakulteya Hiqûqê ya Enqereyê qedand.
Geylanî yek ji damezrîneren Partiya Kedê ya Gel (HEP) bû.
Geylanî piştî ku HADEP hat girtin 5 salan ket ber cezayê qedexeya siyasetê û 3 çaran hat girtin.
Di parêzeriya xwe de Li Wan, Colemêrg, Amed, Erzirom, Edene, Enqere û Stenbolê parastina mafên mirovvan kir.
Her wîha li Dadgeha Destûra Bingehîn û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê parastina partiyên siyasî, kesayet û saziyan kir.
Pirtûkên ku Geylanî nivîsîne bi vî rengî ne:
Yirmi Kurşunlu Yurek (Helbest)
Azad Nîsan Yagmuru (Helbest)
Ciwan Dengê Bêdengiyê ne (Helbest)
Zap Nehri Giryan Akar (Helbest)
Şemdînlî’den Qamişlo’ya Dag Sevdasi (Ceribandin)
Kürt Mücadelesinin En Geniş Damari Şeyh Ubeydullah Nehri (Ceribandin)
Kürt Mücadelesinde Yarim Asir Hamît Geylanî (Li gel Emîn Sari)
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse