Ciwanê ku pê li mayînê kir mir

28-06-2025
RÛDAW
Usman Sidîqê ku pê li mayînê kiriye/Wêne: Rûdaw
Usman Sidîqê ku pê li mayînê kiriye/Wêne: Rûdaw
Nîşan Biradost Hewlêr Mayîn Mirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li devera Biradost a Parêzgeha Hewlêrê, ji ber teqîna mayînê welatiyekî jiyana xwe ji dest da.

Li zozanên Serûkê yên devera Biradostê ciwanê bi navê Usman Sidîq pê li mayînê kir û mir.

Serokê Saziya Mayînan Cebar Mistefa li ser bûyerê Rûdawê re axivî.

Cebar Mistefa got, "Ew cihê ku teqîn lê qewimiye, herêmeke mayînkirî ya şerê navbera Îran û Îraqê ye."

Cebar Mistefa  her wiha got, "Berê ji ber şerê navbera PKK û Tirkiyeyê, hatûçûn li wê herêmê nedihat kirin.

Niha PKK li wir nemaye û xelk ji bo komkirina giyayên biharê, yan jî hesin û bermahiyên şer diçin wê derê."

Serokê Saziya Mayînan Cebar Mistefa her wiha amaje pê kir ku wan hişyarî daye welatiyan da ku neçin wan navçeyan lê belê xelk guh nadê.

Li gorî amarên Saziya Mayînan ku ji Rûdawê re ragihand, îsal li Herêma Kurdistanê 23 bûyerên teqîna mayînan hatine tomarkirin, di encama wan de 8 kes mirine û 15 kes jî birîndar bûne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst