Koçberên Serê Kaniyê li kampa nû di rewşeke zehmet de dijîn

28-09-2020
Vîviyan Fetah
Vîviyan Fetah
Li bakûr rojhilatê Sûriyê 120 hezar koçber di nava 15 kampên fermî de û 800 hezar di nava malan de li navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de hene
Li bakûr rojhilatê Sûriyê 120 hezar koçber di nava 15 kampên fermî de û 800 hezar di nava malan de li navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de hene
Nîşan Koçber Serê Kaniyê Rojavayê Kurdistanê Rêveberiya Xweser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li nav Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bi dehan kampên koçberan hene, xelk di nav welatê xwe de koçber û derbeder in, bê cih û bê war mane, bê xwarin û alîkariyan debara jiyana xwe bi zehmetî derbas dikin.

Vegirtina konan, çîroka dûr û dirêj a xelkê Rojava û Sûriyê ye, ev kampa ku herî dawî li Rojavayê Kurdistanê û Sûriyê hatiye damezrandin, nan tune bê xwarin.

Hemwelatiya bi navê Nûr Îbrahîm Şêxo li Serê Kaniyê, çira mala wê vemirî dema ku çekdarên ser bi Tirkiyê ve ketinê, wê û hevjînê wê bi herdû zarokên xwe re berê xwe dan bajarê Hesekê û niha li kampa Serê Kaniyê ku dikeve rojhilatê bajêr êşa koçberiyê dikişîne.

Koçber Nûr Îbrahîm Şêxo dibêje, “Li vir tiştek tune ye, hebe jî gelekî bûha ye, li vir dukan heye lê bûha ye em nikarin bikirin, zarokên me digirîn û em nikarin ji wan re bikirin. Mirov ji mala xwe derkeve gelekî zehmet e, li vir zêran jî ji me re raxin , em ê nexwazin û emê bixwazibin vegerin malên xwe.”

Li bakûr rojhilatê Sûriyê 120 hezar koçber di nava 15 kampên fermî de û 800 hezar di nava malan de li navçeyên di bin kontrola Rêveberiya Xweser de hene, li piraniya wan rêveberatiya kampan tenê pabendî dabînkirina nan û avê dibin, jê û pê ve koçber debara jiyana xwe bi zehmetî dikin.

Salih Elhimêdî, Hevserokê Kampa Serê Kaniyê, dibêje, “Heta niha me 14 dibistan vala kirin, 3 ji wan, beşek lê maye ji ber rewşa wan ya taybet, konên ku niha hazir in 780 kon in, 587 malbat û 3063 kes.”

Hejmara nişteciyên Sûriyê di sala 2010 de, berî destpêkirina krîzê gihîştibû 23 milyonan lê li gorî raportên navdewletî û Netewên Yekbûyî (NY) 9 milyon kes ji wî welatî bazdan, koçberî welatên cîran û Ewropayê bûn, 6 miliyon û nîv jî di navxweya Sûriyê de koçber in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst