UNAMIyê li ser êrişa li Qada Gazê ya Kormorê daxuyanî da

28-11-2025
RÛDAW
Nîşan Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Îraqê (UNAMI) Qada Gazê ya Kormorê Şermezarkirin
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - UNAMIyê ragihand ku êrişa li Qada Gazê ya Kormorê bi taybetî li dijî sîstema federal a Îraqê peyamên neyînî didin û zererê didin binesaziya aborî ya Îraq û Herêma Kurdistanê.

Mîsyona Alîkariyê ya Neteweyên Yekbûyî ya ji bo Îraqê (UNAMI) di daxuyaniyekê de êrişa li Qada Gazê ya Kormorê şermezar kir ku şeva çarşemê "bi mûşekan" hatibû kirin.

UNAMIyê di daxuyaniya xwe de anî ziman:

"Êriş ne tenê bi dayîna zerera li binesaziya aborî ya Îraq û Herêma Kurdistanê sînordar dimîne, di heman demê de bi taybetî jî li dijî sîstema federal a Îraqê peyamên neyînî dide."

Ji ber êrişa li Kormorê, hilberîna elektrîkê kêm bûye û Wezareta Karebayê neçar maye ku tenê 6-8 demjimêran elektrîkê bide welatiyan.

"Nayê qebûlkirin"

UNAMIyê ragihand ku ev cure êrişên li binesaziya sivîl "nayên qebûlkirin."

Her wiha bangî aliyên pêywendîdar kir ku ji bo rêlibergirtina van binpêkariyan tedbîrên pêwîst wergirin.

Êrişa li Qada Gazê ya Kormorê karvedanên navxweyî û navneteweyî bi xwe re anîn.

Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî wekî Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar, biryara avakirina komîteyeke lêkolînê da ku Wezîrê Karên Navxwe yê Herêma Kurdistanê jî tê de beşdar e da ku li ser bûyerê lêkolînê bike.

UNAMIyê avakirina wê komîteya lêkolînê ya di navbera hikûmeta federal û Herêma Kurdistanê de pêşwazî kir.

Heta niha ti aliyan berpirsyariya êrişê negirtiye ser xwe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst