Hewlêr (Rûdaw) - Siyasetmedarê Kurd û yek ji damezrînerên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Dr. Omer Şêxmûs çû serdana Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser.
ANHAyê ragihand ku di serdanê de, Omer Şêxmûs ji aliyê şandeyeke ku Hevserokên Daîreya Pêwendiyên Derve Îlham Ehmed û Fener Kiêt, Cîgira Hevserokatiyê Gulîstan Elî, Endamê Desteya Birêvebir Xalid Îbrahîm û Nûnerê Rêveberiya Xweser ê Şamê Ebdulkerîm Omer tê de bûn ve hat pêşwazîkirin.
Omer Şêxmûs di civînê de bal kişand ser ked û xebata gelê herêmê û got:
"Ev destkeftî encama keda we ya mezin e. Niha li herêmê hevsengî tên guhertin û hêviya min mezin e."
"Me xwest derî zêdetir bên vekirin"
Siyasetmedarê Kurd li ser pêwendiyên Herêma Kurdistanê û Rêveberiya Xweser jî axivî û wiha got:
"Me ji wan xwest ku di aliyê derî de hîn zêdetir pêwendiyan baş bikin û ji bo pêwendiyên civakî, siyasî û aborî deriyan zêdetir vekin."
Hat ragihandin ku hevdîtin dûrî çavên kamerayan û girtî berdewam kiriye.
Omer Şêxmûs sala 1942yan li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Ew yek ji kesayetên diyar ên damezrînerên YNKyê ye.
#WÊNE - Omer Şêxmûs çû serdana Îlham Ehmedê
— RudawKurdi (@RudawKurdi) December 28, 2025
Siyasetmedar û yek ji damezrînerên YNKyê Omer Şêxmûs li Qamişloyê bi Hevseroka Daîreya Pêwendiyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmedê re civiya
📸 ANHA pic.twitter.com/EY3G4bxC4Z
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse