Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Port Sûdan ê bakurê rojhilatê Sûdanê, bi hezaran xelkên reviyayî ji Xertûma peytexta wî welatî, kom bûne û çaverê ne bêne rizgarkirin.
Gelek ji wan xelkên Sûriyê ne, ji ber şerê li welatê xwe reviyabûn û hatibûne Sûdanê, lê li wê derê jî, şer hate pêşiya wan.
Mihemed Hesen, welatiyekî Sûrî ku ji sala 2016yan ve li Sûdanê dijî, behsa rewşê dike.
Welatiyê Sûrî Mihmed Hesen ku ji paytexta Sûdanê hatiye derxistin got "Em demjimêr 09:00ê sibehê ji bajarê Xertûmê derketin. Demjimêr derdora 01:00ê sibeha roja din gihiştin Port Sûdanê. Yekem tişt, zêdekirina nirxê kirê yê basên veguhestinê bi rêjeya derdora 300% zêde bûye, ango 200 hezar, 180 hezar û 250 hezar ji bo geştan. Duyem tişt, hêj bêhtir ji 1 hezar û 500 malbatên Sûrî, Yemenî û Urdinî li nav Xertûmê mane."
Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Komîteyek ji bo vegerandina welatiyên xwe ji Sûdanê, damezrandiye.
Li gorî zanyariyên Rêveberiya Xweser derdora 350 malbatê ji herdu bajarên Kobanî û Girê Spî, li Sûdanê hene. Ji wan 85 malbat ji gundê Qezelî, 34 malbat jê ji gundewarê Girê Spî ne.
Li gorî zanyariyên Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê, 15 welatiyên Sûrî di şerê Sûdanê de hatine kuştin.
Xelkên gelek welatên din jî li rêyên ewle digerin ji bo rizgar bibin.
Jineke Burundi li Sûdanê ya bi navê Şuklî Remedan Dawûd dibêje "Ez li rêyekê digeriyam da ji Sûdanê derkevim, lê min nedît. Ev sê roj in, min û keçên xwe tiştek nexwariye. Ez dixwazim rêyekê ji bo derketinê bibînim, da bigihêjin cihekî ewle. Ez naxwazim bimînim, tenê dixwazim rêyekê bimînim ji bo vegerim cem malbata xwe."
Li gor Netweyên Yekbûyî heta niha herî kêm 20 hezar Sûdanî çûne welatê Çadê, 10 hezar kes çûne Sûdana Başûr, 14 hezar kes çûne Misrê, 3 hezar û 500 kes çûne Etîyopyayê. Herwiha 3 milyon û 700 hezar welatiyên Sûdanê bûne koçberên navxwe.
Neteweyên Yekbûyî dibêje, bi mebesta gihandina alîkariyan ji bo wan koçberan, zehmetiyan dibîne.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse