Li Sêrtê qedexeya çalakiyan 15 rojên din hat dirêjkirin

29-05-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Sêrtê ya Bakurê Kurdistanê, bo dema 15 rojan hemû çalakiyên wek xwepêşandan, civînên çapemeniyê, grev û vegirtina çadiran hatin qedexekirin.

Li bajarên Bakurê Kurdistanê bi hincetên cuda qedexe berdewa min. Parêzgariya Sêrtê ragihand ku li parêzgehê qedexeya xwepêşandan û çalakiyan bo dema 15 rojên din hatiye dirêjkirin.

Li gor daxuyaniya Parêzgariya Sêrtê heta 12yê Hezîrana 2023an bo dema 15 rojan hemû corên xwepêşandan, meş, grevên birçîbûnê, vedana çadir û standan û çalakiyên wiha qedexe ne.

Di daxuyaniya parêzgariya Sêrtê de hat tê gotin ku ji ber operasyonên Artêşa Tirkiyeyê yên li hemberî PKKê li Rojavayê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê tedbîr tên hildan.

Di daxuyaniyê de tê îdîakirin ku bi armanca prensîbên serekî yên komarê, yekparçeyiya dewlet û netewe, binpênekirina maf û azadiyên kesên din, asayîşa xelkê û anîna aramiyê, rêgirtin li tawan, parastina maf û azadiyên xelkê biryara qedexekirina xwepêşandan û çalakiyan hatiye dayîn.

Herwiha biryara qedexekirinê wan çalakiyên fermi li xwe nagire ku ji aliyê parêzgar û qeymeqaman ve destûr bo wan tê dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst