Hewlêr (Rûdaw) - Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Yann Braem, ji bo Rûdawê got, "Ew yek ji dezgehên medyayê yên herî berbiçav ên li herêmên Kurdan e."
Tora Medyayî ya Rûdawê 29ê Gulana 2013an bi televîzyon, radyo û medyaya dîtîtal dest bi weşanê kir.
Îro 12emîn salvegera damezirandina Tora Medyayî ya Rûdawê ye.
Konsulê Giştî yê Fransayê yê Herêma Kurdistanê Yann Braem ji bo 12emîn salvegera weşana Tora Medyayî ya Rûdawê di peyamekê de pîrozbahî li Rûdawê kir.
Konsulê Giştî yê Fransayê Yann Braem got, "Ji bo Fransayê azadiya rojnamegeriyê, gihandina agahiyan û gihîştina agahiyan beşeke girîng a mafên demokratîk e.
Xelk û welatî mafê wê yekê heye ku agahî ji wan re were dayîn, ev jî ji bo ku ew bikaranîna mafê hilbijartina demokratîk a xwe bikin, dema ku deng didin û rêberekê hildibijêrin."
Yann Braem got ku azadiya rojnamegeriyê "amrazek e ji bo ku li ser hilbijartinên xwe lêpirsînê bi hikûmetê re bikin, ji ber vê yekê ev ji bo me bingeheke girîng a demokrasiyê ye."
Braem tekez jî kir ku "nabe destwerdan di karê rojnamegeran de were kirin, divê ew bikaribin karê xwe bi parastin bikin."
Yann Braem amaje bi hewlên Fransayê yên ji bo parastina rojnamegeran kir û got:
"Fransa zexteke mezin dike, dibe ku hûn agahdar bin ku em îsal bi boneya dehem salvegera derçûna biryarnameya 2222 ya Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî ahengê digirin.
Em her wiha di meha Hezîranê de li Cenêvê, wê pirsê ji bo Konseya Bilind a Mafên Mirovan bilind dikin ku derbarê parastina rojnamegeran e, bi taybetî li herêmên şer."
"Pêdiviya me bi rojnamegerên profesyonel heye"
Konsulê Giştî yê Fransayê li ser têkoşîna li dijî nûçeyên derew daxwaza "profesyonalkirina medya û rojnamegeriyê" kir û got:
"Gelekî girîng e ku agahî li ber dest û amade bin, lê ji wê jî girîngtir ew e ku agahiyên piştrast hebin.
Di çend salên borî de me dîtiye ku torên civakî çi rolek di belavkirina nûçeyên sexte de heye.
Wekî din, rola rojnamegeran ew e ku agahî û daneyên hûr û rast, her wiha piştrastkirî belav bikin.
Ji bo vê yekê pêdiviya me bi rojnamegerên profesyonel heye ku exlaqê kar jî bicih bînin."
Derbarê Tora Medyayî ya Rûdawê, Yann Braem got, "Ew yek ji dezgehên medyayê yên herî berbiçav li herêmên Kurdî ye.
Me ji bo organîzekirina merasîm û çalakiyan û hevpeyvînên bi vî rengî bi we re ji nêz ve xebitiye."
Yann Braem her wiha got jî "Bêguman ji bo me gelekî girîng e ku ew pêwendiya bi hêz û tund a me bi we re heye, wekî ku bi her medyayeke din re ku li Kurdistanê ne.
Ev beşek ji piralîbûna medyayê ye ku dihêle ku qadeke demokratîk were bicîhanîn û parastin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse