Hewlêr (Rûdaw) - Balyozê Japonyayê yê Bexdayê Akira Endo ji bo Rûdawê got, "Tora Medyayî ya Rûdawê wekî yek ji saziyên medyayî yên Herêma Kurdistanê yên herî diyar û bibandor derdikeve pêş ku firehiya bandora wê Îraq û derve jî li xwe girtiye."
Îro 12emîn salvegera damezirandina Tora Medyayî ya Rûdawê ye.
Balyozê Japonyayê yê Îraqê Akira Endo bi wesîleya 12emîn salvegera weşana Tora Medyayî ya Rûdawê peyameke pîrozbahiyê belav kir û got:
"Wekî Japonyayê, em îtirafê bi wê pêşketina berbiçav dikin ku Îraq û Herêma Kurdistanê di bipêşxistina jîngeheke medyayî ya pirreng û zindî de bi dest xistiye.
Hejmareke berfireh ji deng û nerînên cuda niha bi awayekî çalak beşdarî gotûbêjên giştî dibin û saziyên ragihandinê roleke sereke dilîzin di dariştina gotûbêja hişyar de di nav hemû civakê de.
Bê guman, asteng hîn mane, wekî ku li gelek welatên din jî hene.
Lê, em bi gotûbêjên berdewam ên derbarê azadiya rojnamegeriyê kêfxweş in û îtirafê bi hewlên her du aliyên medyayî û karbedestên hikûmetê dikin ji bo bipêşxistina jîngeheke vekirîtir, silamettir û bi piştgirî ji bo karê rojnamegeriyê. Japonya şanaziyê bi piştgiriya van pêşketinên erênî dike û em li benda hevahengiya berdewam in di vî warî girîng de.
Tora Medyayî ya Rûdawê wekî yek ji saziyên medyayî yên Herêma Kurdistanê yên herî diyar û bi bandor derdikeve pêş ku firehiya bandora wê Îraq û derve jî li xwe girtiye.
Li gorî têgihiştina me, torê navbangiyeke bi hêz bi dest xistiye ji ber rûmala berfireh, standardên pîşeyî û şiyana kişandina cemawerekî berfireh û pirreng.
Em rûmala berdewam û hûrbîn a Rûdawê ji bo destpêşxeriyên Japonyayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê û rûmalkirina ezmûna Japonyayê bilind dinirxînin.
Roleke sereke ya raporên wan hebûye di pêşandana beşdarbûna Japonyayê ya di pêşxistin û alîkariya mirovî de li herêmê.
Yek ji nimûneyên berbiçav, piştgiriya me bû bo serdana Rûdawê ya Japonyayê di destpêka meha Adara 2023yan de ji bo berhemanîna fîlmekî dokumênterî li ser ezmûna Japonyayê li gel erdhejan.
Ev serdan piştî wê erdheja wêranker hat ku di meha sibatê de Tirkiye û Îran hejand û bandora wê li ser Herêma Kurdistanê hebû.
Em hewlên Rûdawê bilind dinirxînin ji bo danasîna wan sîstemên amadekari û bersivdanê yên karesatan li Japonê ku dîtinek bi nirx pêşkêşî binêrên herêmê dike.
Pabendbûna berdewam bi etîka rojnamegeriyê, bêalîbûn û raportên hevseng bingeh in ji bo hemû saziyên medyayî yên birêz.
Saziyên ragihandinê yên wekî Rûdawê roleke girîng dilîzin di bipêşxistina şefafiyet, têgihiştina hevbeş û gotûbêja giştî ya hişyarana de, em jî wek hevbeşekî girîng di van armancên hevbeş de giringiyê pê didin."
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse