Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Japonyayê civiyan

23-09-2025
RÛDAW
Nîşan Akira Endo Nêçîrvan Barzanî Japonya Kurdistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li gel Balyozê Japonyayê yê Îraqê Akira Endo civiya û "tekezî li ser xurtkirin û berfirehkirina warên hevkariya hevpar a di navbera wan de kirin."

Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civînê daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyekê de ragihand ku di hevdîtinê de pêwendiyên Japonyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re, rewşa giştî ya Îraqê, pêwendiyên Hewlêr-Bexdayê û amadekariyên ji bo hilbijartinên pêş ên Parlamentoya Îraqê hatine gotûbêjkirin.

Li gorî daxuyaniyê, Konsulê Japonyayê yê li Herêma Kurdistanê jî beşdarî civînê bû û pêwendiyên Japonyayê yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re wekî "cihê eleqe û girîngiyê" ji bo her du aliyan hatin binavkirin.

Rola Kompanyayên Japonyayê

Serokatiya Herêma Kurdistanê diyar kir ku her du aliyan amadehî û kar û çalakiyên kompanyayên Japonyayê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê bi girîng dîtine û bal kişandiye ser wan warên ku Japonya dikare veberhênanê lê bike.

Nêçîrvan Barzanî spasî û pêzanînên xwe ji bo alîkariyên Japonyayê, her wiha rol û çalakiyên kompanyayên wê yên li Îraq û Herêma Kurdistanê ducare kir.

Di civînê de bipêşketinên dawî yên Rojhilata Navîn û encamên wan ên li ser Îraq û welatên herêmê hatin nirxandin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst